Îqaza barana zêde hat kirin
Bo bajarên Stenbol, Tekîrdag û Krklarelîyê îqaza barana zêde hat kirin.
Di daxuyanîya ku ji teref Navenda Birêveberîya Rewşa Lezgîn a Wezareta Çandinî û Daristanê ve hat belavkirin de barana ku li bakûrê Marmarayê dibare dê tesîra xwe li milê Ewrûpa ya Stenbolê, Tekîrdag û Kirklarelîyê zêdetir bike.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ji ber îhtîmala lehî, dayîna avê li malan, birûsk û barana zêde û bagerê divê welatî bi tedbîr tevbigerin.(ÎLKHA)