Şehîd Yasîn û hevalên wî hatin bîranîn
Şehîd Yasîn û hevalên wî yên ku di 6-8ê Cotmeha sala 2014an de ji teref HDP/PKKyî ve hatin şehîdkirin, di salvegera qetlîamê de li ber serê qebrên xwe ha tin bîranîn.
Ji ber minasebera salvegera şehadeta Şehîd Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di 6-8ê Cotmehê de ji teref HDP/PKKyîyên hov ve bi şikleke wehşîyane hatin qetilkirin ji teref Platforma Kerwana Şehîdan ve bernameyek hat tertîpkirin. Nas û malbat û hezkirîyên şehîdan beşdarî bernameya ku li Goristana Yenîkoyê hat tertîpkirin bûn.
Di destpêka bernamê de Serokê Platforma Kerwana Şehîdan Omer Çelîk axavtinek kir û diyar kir divê bûyerên 6-8ê Cotmehê neyên jibîrkirin û her tim di bîran bimînin.
Çelîk di berdewama axavtina xwe de diyar kir di 6-8ê Cotmehê de bi şikleke wehşîyane êrîşî endamên camîayên Îslamî, sazîyên wan, kursên Qur'anê û camîyan hat kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Lê Xweda temamê planên wan tarûmar kir.Xweda ew bi xwîna şehîdan rezîl û ruswa kir. Ew kesên ku bûn sebeba bûyerên 6-8ê Cotmehê, ew PKKyê ku bi şikleke wehşî xortên me şehîd kir û ew kesên ku xelkê vexwande kolanan dê heta roja qiyametê bi lenetê bên bîranîn û dê rezîl û ruswa bibin. Hemd ji Xweda re ku em bawer dikin xwîna şehîdan mibarek e."