• DOLAR 32.557
  • EURO 34.969
  • ALTIN 2457.034
  • ...
 "Ger Kurdên dîndar tunebana dê provakasyona 6-8ê Cotmehê gihaştibana hedefa xwe"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Platforma Azadî û Mafan a ku navenda wê li Êlihê ye, ji ber minasebeta salvegera 4emîn a bûyerên 6-8ê Cotmehê daxuyanîyek belav kir. Di daxuyanîya ku ji teref Berdevkê Platforma Azadî û Mafan Feyzî Aydin diyar kir 6-8ê Cotmehê projeyeke Amerîka bû û kesên tetbîqkerê vê projeyê jî PKK û FETO bûn.

"Rêxistinên firotî fermanê ji Amerîka bi xwe standibûn"

Aydin di berdewama axavtina xwe de diyar kir piştî ku Selahaddîn Demîrtaş ji Amerîkayê vegerîya bûyer hatin destpêkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " 6-8ê Cotmehê projeya Amerîka bû. Ev bûyer projeya FETOyê ku di nav dewletê de rêxistî bûye û teşlîkata polês û  artêşê bi dest xistibûn û ya PKKê bû. Ev rêxistinên firotî fermanê ji Amerîka bi xwe standibûn. Selahaddîn Demîrtaş çawa ku ji Amerîka vegerîya bûyer hatin destpêkirin. Serokê FETO ji xwe li Amerîka di bin kontrola CIAyê de bû."

 "Ji ber ku camîaya Îslamî li ber projeyên xwe yên şeytanî asteng didîtin xwestin ew wanan îmha bikin"

Aydin di berdewama axavtina xwe de diyar kir armanca provakasyona 6-8ê Cotmehê li Tirkîyê derxistina şerê navxweyî û parçekirina  wê bû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Armanc ev bû. Wê çaxê weke ku dewlet li herêmê tunebû. Leşkerî û polês di bin kontrola FETO de bûn. Li herêmê astenga herî mezin a li ber vê projeyê camîaya Îslamî bû. Ji ber ku ew jî vê yekê dizanibûn di gava ewil de êrîşî camîayên Îslamî kirin. Camîayên Îslamî yên li herêmê û nexasim jî xwestin HUDA PARê îmha kirin. Ew çeteyên HDP/PKKyîyên ku ji teref polês û leşkerên FETOyîst ên ku di nav dewletê de rêxistî bûne ve dihatin destekkirin  teşebûsî qetlîameke mezin kirin. Armanca wan kirina qetlîameke mezin û ji holê rakirina  camîayên Îslamî bû ku bi vê yekê dixwastin li ber armancên xwe yên qirêj û xaîn tu astengî nehêlin."

 "Kurdên dîndar ji teşebûsa darbeya 6-8ê Cotmehê re bûn asteng"

Aydinê ku diyar kir camîaya Îslamî yê li herêmê şehîdbûnê da li ber çavên xwe û ji vê projeya xaîn re bû asteng, di berdewama axavtina xwe de wê pêvajoyê wisa nirxandin: " Lê Kurdên dîndar li ber vê wehşet û êrîşê bûn asteng. Di wan rojên ku lê dewlet xuya nekir şehîdî dan li ber çavên xwe û li ber xwe dan. Û li ber wê projeya şeytanî  ya Amerîka û li ber teşebûsa darbê bûn bend û asteng ku vê yekê şeva 15ê Tîrmehê jî kirin."

"Ew xortên dîndar ên ku mirina xwe didan ber çavên xwe pêşîya plan û hisabên xaîn digirtin hêj di zindanan de tên girtin"

Aydin di dawîya axavtina xwe de balan kişand li ser wan neheqî, zilm û bêhiqûqîyên ku di salên 90î de bi hevkarîya Kemalîst û PKKyîyan li hember Mislimanan hatine kirin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: " Ew xortên dîndar ên ku mirina xwe didan ber çavên xwe pêşîya plan û hisabên xaîn digirtin hêj di zindanan de tên girtin."(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir