Hejmara leşkerên ku jiyana xwe ji dest dan derket 8an
Hejmara leşkerên ku li Êlihê di teqîna ku di dema derbasbûna wesayîta leşkerîyê de pêk hat de jiyana xwe ji dest dan derket 8an.
Doh li Êlihê di dema derbasbûna wesayîta leşkerîyê de teqîn pêk hatibû û di encama teqînê de 7 leşker jiyana xwe ji dest dabûn û leşker jî birîndar bûbû ku li gor agahîyên dawî hejmara leşkerên mirî derket 8an.
Teqîn li ser rêya Botikaya Gercewsê pêk hatibû. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li Botikaya Gercewsa Êlihê teqemenîya ku berî niha ji teref PKKyîyan ve di rê de hatibû bicîkirin di dema derbasbûna wesayîta leşkerîyê de hatibû teqandin û di encama teqînê de digeş leşkerê dawî yê ku jiyana xwe ji dest da hejmara leşkerê ku jiyana xwe ji dest dan derket 8an.(ÎLKHA)