Encamên YDSyê hatin daxuyandin
Encamên îmtîhana YDSyê ya heyama payîzê hatin daxuyandin.
Encamên îmtîhana YDSyê ya heyama payîzê ya ku di 9ê Îlonê de ji teref Navenda Bicîkirin, Hilbijartin û Pîvanê ve hatibû tertîpkirin hat daxuyandin.
Li gor daxuyanîya ku ji teref OSYMê ve hat belavkirin kesên ku ketibûn îmtîhanê dikarin bi nimreya xwe ya welatîbûnê û şîfreya xwe, ji ser malpera encaman li netîceyan binêrin.(ÎLKHA)