• DOLAR 32.507
  • EURO 34.797
  • ALTIN 2444.034
  • ...
Dayika dil bi kul bi hesreta lawên xwe yên Yûsufî hat definkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dayika Şamsa berî vê çend rojan ji ber ku nexweşîya wê lê zêde kiribû hatibû rakirin nexweşxanê û daxwaz kiribû ku cara dawî her du lawên xwe yên Yûsufî bibîne. Lê belê digel temamê serîlêdanan rayedaran bersiveke erênî nedan teleb û daxwaza dayika nexwe.

Şamsa Çîgdema dil bi kul doh bi hesreta lawên xwe yên Yûsufî çû rehma Xwedê û ji teref hezkirî û naskirîyên xwe ve hat definkirin. Nasên malbata Çîgdemî serî li Serdozgerîya  Komarê ya Sêweregê dan da ku Yûsufîyên bi navê Mehmet û Sadun Çîgdem beşdarî merasîma definkirina dayika xwe bikin; lê belê Serdozgerî vê serîlêdanê jî qebûl nekir.

Piştî definkirinê Berdevkê Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên Daraza FETO û 28ê Sibatê Huseyîn Sabaz daxuyanîyek da û di daxuyanîya ku da de derbarê mijarê de wiha axivî: "Em dîsa li ciheke şînê ne, em li wê cihê ku dîsa dayikek lê bi hesreta lawên xwe yên Yusufî koçî dinyaya din kirin in. Em bang li rayedaran dikin, lê bê netîce dimîne. Ev ne ya dawî ye, dê dewama wê bê. Em dixwazin ku ev ya dawî be. Em dixwazin êdî mexdûrîyeta wan kesên ku ji ber hesasîyetên xwe yên Îslamî di zindanan de tên girtin bê dîtin. Bila demildest ev zilm bi dawî bibe."

Endamê GÎKê yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu jî derbarê mijarê de diyar kir li Tirkîyê ji wan problemên herî mezin ên li Tirkîyê yek jî xweser û bêteref nebûna darazê ye.(ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir