• DOLAR 32.456
  • EURO 34.807
  • ALTIN 2445.154
  • ...
 "Bi êrîşên 6-8ê Cotmehê hat xwestin şerê navxweyî bê derxistin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Vedat Turgutê Endamê Lijneya Îdareya Giştî yê HUDA PARê di salvegera êrîşên 6-8ê Cotmehê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir. Turgut di nirxandina ku kir de destnîşan kir Şehîd Yasîn Boru û hevalên wî  wek Hz. Huseyîn hatin  şehîdkirin û dû re balan kişand li ser lîstika pişta perdê ya ku bi êrîşan ji teref welatên emperyalîst ve dihat xwestin li Tirkîyê bê tetbîqkirin. Turdur di nirxandina xwe diyar kir welatên emperyalîst bi êrîşên 6-8ê Cotmehê dixwastin li Tirkîyê şerê navxweyî bidin destpêkirin ku ev yek projeyeke wan bû.

Turgut di berdewama axavtina xwe de diyar kir kesên ku dixwastin li Tirkîyê tevlîhevîyê derxînin dixwastin Kurd û Tirkan bi hevdû bidin şerkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ji ber vê yekê bû ku kesên emperyalîst ên ku dixwastin şerê navxweyî li Tirkîyê derînin PKKyê xwedî têgihiştina Marksîst û Lenîst a ku dijminê Îslamê ye  bi kar anîn û camîaya HUDA PARê ya ku li ber projeya wan kale û astenga herî mezin bû hedef girtin û xwestin ji holê bidin rakirin."

 "HUDA PAR di êrîşên 6-8ê Cotmehê de çima hat hedefgirtin?"

Turgur di berdewama axavtina xwe de diyar kir êrîşên 6-8ê Cotmehê yên Kobanî berî niha hatibûn plankirin ku hêzên emperyal ji vê yekê re bingeh amade kirin. Turgut dû re weha li axavtina xwe zêde kir: " HUDA PAR di êrîşên 6-8ê Cotmehê de çima hat hedefgirtin?  Elbet piştî Îraq û Sûrîyê li Tirkîyê rêya derxistina şerê navxweyî û tevlîhevîyê  ji pevçûna Kurd û Tirkan derbas dibe. Derbarê mijarê de ji xwe ji dîroka Cumhurîyetê vir ve ji ber polîtîkayên ku li hember Kurdan dihatin tetbîqkirin li dijî rejîmê xelk bertekdar bû. Ji ber vê yekê ew rêxistina xwedî zîhnîyeta Markîst-Lenîst û dijminê Îslamê, vê yekê îstîsmar kir û hinek kesên berdîberdan kişand ba xwe û vê wehşetê kir. Di êrîşên 6-8ê Cotmehê de xelkê, rûyê rastî yê rêxistinê dît."(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir