• DOLAR 32.541
  • EURO 34.962
  • ALTIN 2454.882
  • ...
Feyzîoglu: Dê 50 hezar tiryakfiroş bên tahlîyekirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Metîn Feyzîogluyê Serokê Yekîtîya Baroyên Tirkîyê derbarê pêşnûmaya kêmkirina cezayê ya  ku ji teref MHPê ve ji meclîsê re hat teqdîmkirin de nirxandinan kir û destnîşan bi pêşnûmayê tê xwestin ceza 5 sal bên kêmkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Di nav wan sûcên ku dikevin bergeha pêşnûmayê de sûcên tiryakfiroşî, endamtî û damezrantîya rêxistinên çekdar ên mafyayî jî hene. Li vê derê divê vê yekê bi taybet diyar bikim. Ew kesên tiryakfiroş ên ku li ber devê mekteban tiryakê difiroşin zarokên me nêzî 5 salan ceza distînin. Ger pêşnûmaya kêmkirina cezayê bê qebûlkirin dê 50 hezar tiryakfiroş tahlîye bibin. Dahata vê tiryaka ku tê firotin bi şiklekê dikeve destê PKKê ku ew ji çeteyên herî mezin tiryakfiroşîyê yê cîhanê ye. Dahata wê ya salane ya ji tiryakê 1,5 milyar dolar. Ez daxwaz dikim ku meclîsa me vê yekê li ber çavan bigire."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir