• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Ereba bûkê qeza kir: Zava jiyana xwe ji dest da, bûk birîndar bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Sêrtê erebeya bûkê qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de zava û ajovanê erebê jiyana xwe ji dest dan û bûk  û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Qeza derdora wextên êvarî li nêzî gundikê bi navê Yiginli pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin ereba bûkê ya ku kesê bi navê Yuksel Pozat ajovantîya wê dikir di fitlonekê de qulibî û gindirî Çemê Botanê.

Di encama qezaya ku pêk hat de ajovan Pozat û zava Yakup Tunç jiyana xwe ji dest dan û Sevda Bakaya bûk û 2 kesên bi navê Semra Bakay û Mehmet Tunç jî birîndar bûn.

Piştî ku bi bûyerê hat hesîn re yekîneyên tenduristîyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir