Sînorên herêmên ku dê li Îdlîbê bên bêçekdarkirin diyar bûn
Wezareta Parastinê ya Neteweyî destnîşan kir sînorên herêmên ku dê li Îdlîbê bên bêçekdarkirin di civîna ku li Enqerê hat tertîpkirin de hatin diyarkirin.
Derbarê herêmên ku dê li Îdlîbê bên bêçekdarkirin de ji teref Wezareta Parastinê ya Neteweyî ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat destnîşankirin sînorên herêmên ku dê li Îdlîbê bên bêçekdarkirin di civîna ku li Enqerê di navbera dîrokên 19-21ê Îlona 2018an de digel heyeta Rûsî hat tertîpkirin de hatin diyarkirin.(ÎLKHA)