Rûsya: Pêwendîya me bi balafira ku 14 leşkeran vediguhast re qut bû
Wezareta Parastinê yê Rûsyayê destnîşan kir pêwendîya wan bi balafira ku 14 leşkeran vediguhast û ji Balafirgeha Hmeymîna Sûrîyê bi hewa ketibû re qut bûye.
Ji teref Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ve derbarê balafira Rûsî ya ku xeber jê nayê standin de daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de derbarê mijarê de hat destnîşankirin pêwendîya wan bi balafira ku 14 leşkeran vediguhast û ji Balafirgeha Hmeymîna Sûrîyê bi hewa ketibû re qut bûye.
Di berdewama daxuyanîyê de wiha hat gotin: "Bi seata Moskovayê di seat 23.00an de pêwendîya me bi balafira IL-20 a ku 14 leşkeran vediguhast re qut bû."
Di daxuyanîyê de hat diyarkirin dema ku balafir winda bû û pêwendî qut bû di heman demê de siyonîst îsraîl bi balafiran êrîşî Sûrîyê kiriye û ji keştîyeke Fransayê jî mûşekek hatiye avêtin.(ÎLKHA)