Li Celalabadê teqîn: 22 mirî 23 birîndar
Li Celalabada paytexta parêzgeha Nangarhara Efxanistanê di êrîşa bombeyî ya ku hat lidarxistin de 22 kes jiyana xwe ji dest dan û 23 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin li Celalabada paytexta parêzgeha Nangarhara Efxanistanê êrîşa xwekuj li meşa xwepêşanê hat lidarxistin. Di encama êrîşa bombeyî ya ku hat lidarxistin de 22 kes jiyana xwe ji dest dan û 23 kes jî birîndar bûn.
Sohrab Qaderîyê Endamê Meclîsa Bajêr a Mehelî derbarê êrîşa ku hat lidarxistin de destnîşan kir hejmar kesên mirî û birîndar tevde 45 e û kesên birîndar hatine rakirin nexweşxaneyên li derdorê.(ÎLKHA)