• DOLAR 32.449
  • EURO 34.786
  • ALTIN 2442.924
  • ...
Rûsya: Amerîka bi bombeyên fosforê Sûrîyê hedef girt
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor xebara ku di Sputnîkê de hat weşandin ji teref Serokê Navenda Şopandina Agirbesta li Sûrîyê Korgeneral Vladîmîr Savçenko ve hat destnîşankirin 2 balafirên F-15 ên Amerîka bi bombeyên fosforê êrîş bir li ser herêma Deyr ez Zora Sûrîyê.

Savçenko di daxuyanîya ku belav kir de wiha got: "2 balafirên şer ên F-15 ên Amerîkayê di 8ê Îlonê de bi bombeyên fosforê êrîş birin li ser wargeha Hajîna Deyr ez Zora Sûrîyê. Di encama êrîşê de şewateke mezin derket. Hêj derbarê mirî û birîndar de agahîyek teqez tuneye, xebat tên kirin."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir