• DOLAR 34.103
  • EURO 38.146
  • ALTIN 2875.028
  • ...
Otobusa rêwîyan gindirî şarampolê: 6 mirî 44 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Aksarayê otobusa rêwîyan a bi plaqeya 27 PB 712 a ku ajokarê wê Mahmut Tuşgul bû li ser 20emîn kîlometreya Rêbeja Enqere-Aksarayê gindirî şarampolê, di encama qezaya ku pêk hat de yek jê zarok 6 kes jiyana xwe ji dest dan û 44 kes jî birîndar bûn.

Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê. Hat hînbûn ji birîndar rewşa 6 kesan giran e.

Lêpirsîna ku derbarê qezayê de hatibû destpêkirin berdewam dike.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir