Li Hindistanê lehî: Hejmara mirîyan derket hezar û 400î
Hejmara kesên ku li Hindistanê ji ber lehîya ku rabû jiyana xwe ji dest dan derket hezar û 400î.
Li Hindistanê ji ber barana havînê ya ku bênavber gelekî zêde dibare hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane her ku diçe zêdetir dibe. Li gor agahîyên dawî hejmara kesên ku ji ber lehîyê jiyana xwe ji dest dan derket hezar û 400î.
Tê diyarkirin ji ber lehîyê her zêde li Keralayê çêbûne û heta niha tevde 488 kes jiyana xwe ji dest dane. Tê îfadekirin ku ji xeynî hezar û 400 kesên mirî nêzî 43 kes jî ber ava lehîyê re çûne û winda bûne.(ÎLKHA)