• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Ji Erdogan derbarê efûyê de daxuyanî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştî ku ji Kirgizistanê vegerîya re di serî de derbarê meseleya efûyê de û her wisa derbarê çend mijarên din ên mîna FETO û Îdlîbê de daxuyanî da û nirxandinan kir.

"Dewlet wê sûca ku li hember şexsan hatiye kirin nikare efû bike"

Erdogan di daxuyanîya ku da de destnîşan kir min hêj meseleya mehkûmên qederê fêm nekiriye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "  Me vê yekê ji hevalên xwe re jî got. Ev yek di rojeva me de ye. Digel van hemû tiştan ger bi rastî jî tiştekî ku bê kirin hebe, em rûnin û vê yekê jî xeber bidin. Rast e, girtîgeh tije bûne. Baş e, em dibêjin em tiştinan bikin, lê dema ku em ji alîyekî ve tiştekî bikin, divê em ji alîyê din ve em hinekan mezlûm nekin. Şîar ev e;ev selahîyeta efûyê dikare bo wan sûcên ku li hember dewletê hatine kirin bê bikaranîn, lê belê selahîyeta dewletê ya efûyê di warê wan sûcên ku li hember şexsan hatine kirin de tuneye."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir