• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Îspanya firotina mûşekan a bo Siûd dide rawestandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin piştî ku di 9ê Tebaxê de li Sadaya  Yemenê di êrîşa li otobusa ku zarokan vediguhast û tê de 51 kes hatin qetilkirin re Îspanya dest bi hereketê kir da ku firotina mûşekan a bo Siûd bide rawestandin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin ji ber îxtîmala bikaranîna li Yemenê a mûşekên ku berî niha peymana wan hatibû kirin û hatibûn firotin ji teref Wezareta Parastinê ve tê plankirin firotina wan a bi Siûd bê rawestandin.

Di  berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ew ê 9.2 milyon euroyên ku bo mûşekan hatibûn dayîn ji Siûd re bê îadekirin û ew ê bi vê gava ku dê bê avêtin hukmê peymana ku hatiye îmzekirin ji holê rabe.

Li gor rêxistinên mafên însanan Îspanya sala borî tevde di bihaya 270 milyon euro de çek firot Siûd û ev reqem ji sala 2015an ango ji dema ku li Yemenê şer dest pê kir vir ve derket 900 milyon euro.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir