• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Behra Spî bû goristana penaberan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Neteweyên Yekbûyî ve  hat daxuyandin, di sala 2018an de di Behra Spî de zêdetirî hezar 600 kesên penaber an jiyana xwe ji dest dane û an jî birîndar bûne û Behra Spî li gor berî vê 3 salan ji li Bodrumê dîtina Aylan Kurdî vir ve bûye rewşeke xedar û kujende.

Komîsertîya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî raporteke nû ya bi navê "Rêwîtîyên Bêhêvî" ya ku ji 32 rûpelan pêk dihêt da weşandin.

Di raporta ku hat weşandin de hat diyarkirin ji her 18 kesên ku hewl dan di navbera Çile û Tebaxê de ji ser Behra Spî derbasî Ewrûpayê bibin kesek di Behra Spî de an jiyana xwe ji dest daye û an jî winda bûye. Dîsa di heman raportê de hat diyarkirin ji her 42 kesên ku hewl dan di navbera Çile û Tebaxê de ji ser Behra Spî derbasî Ewrûpayê bibin kesek di Behra Spî de an jiyana xwe ji dest daye û an jî winda bûye.

Dîsa di heman raportê de hat diyarkirin ji destpêka sala 2018an vir ve 78 kesên ku hewl dan  ji ser rêya bêjayî derbasî Ewrûpayê bûne jiyana xwe ji dest dane.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir