• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Siyonîstên terorîst malên Filistînîyan xera dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin hêzên îşxalker ên siyonîstên terorîst li bajaroka Yattaya girêdayê bajêra El-Xelîla Filistînê û li gundê Beytullahîma Şerîaya Rojava bi hinceta nebûna rûxsatê  5 malên din ên Filistînîyan xera kirin.

Berîya xerakirina malan di navbera Filistînî û siyonîstên terorîst de pevçûn derket. Çeteya terorê bi guleyên plastîk û bi bombeyên rondikrêj êrîş birin li ser Filistînîyan. Di encama êrîşê de gelek Filistînî birîndar bûn.

Di van du salên dawî de siyonîstên terorîst gelek malên Filistînîyan xera kirin û ji xwe re bi hezaran mal înşa kirin.

Ji ber  qerara Serokê Amerîka Donald Trump a veguhastina balyozxanê ji Telavîvê bo Qudsê îdareya çeteya terorê wêrektir tev digere.

Li gor xebera WAFAyê siyonîstên terorîst li Sîlvana taxa Qudsa Rojhilat di ser malekê de girtin û lawê wezîrê Qudsî jî di nav de tevde 5 Filistînîyan desteserkirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir