• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.98
  • ...
Li 37 gund û gundikên girêdayê Diyarbekirê derketina derve hat qedexekirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li 15 gund û 22 gundikên ku girêdayê Licê û Hêneya Diyarbekirê ne, ji ber operasyonên dê li dijî PKKê bên kirin heta daxuyanîyeke din derketina derve hat qedexekirin.

Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat destnîşankirin ji ber operasyona ku dê li dijî PKKê bê lidarxistin heta daxuyanîyeke din li gundên Kaledîb, Akçayurt, Topçular, Yukari Turali, Kalaba, Uzunlar, Serenkoy û li gundikên bi navê Başakli, Guzelce, Taşburun, Karapîlyarî, Mezartarlasi, Siraevler, Horsel, Çay, Damlatepe, Uysal, Aşagı Turali, Gurbulaka girêdayê Hênê û her wisa li gundên bi navê Şenlîk, Bîrlîk, Abali, Ergînkoy, Tuzlakoy, Çeper, Daralan, Durukoy û li gundikên bi navê Elmadere, Agilçik, Akçapinar, Ayaz, Şakan, Boyluca, Dahlik, Alîkahya, Hacimusabey, Kutlamişa girêdayê Licê  derketina derve hatiye qedexekirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir