• DOLAR 32.585
  • EURO 35.057
  • ALTIN 2460.423
  • ...
 "Ji ber ku alîkarî hatin qutkirin dê encamên xeternak derkevin holê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Eymen Safedîyê Wezîrê Karên Derve yê Urdunê  di daxuyanîya da Reutersê de destnîşan kir  ew ê welatê wî alîkarîyên xwe yên malî, siyasî û navneteweyî bo Ajansa Alîkarîyê ya Penaberan a Filistînî ya Rojhilatanêz a Neteweyên Yekbûyî re bidomîne.

Safedî di berdewama daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir "Ji ber ku UNRWA alîkarîyan qut kiriye dê ev yek li ser penaber û temamê herêmê xetereyên mezin ên însanî, siyasî û ewlehîyê derîne holê.

Ji alîyê din ve bi sedan Filistînîyên ku li ber avahîya UNRWAyê ya li Ammana paytexta Urdunê civîyan qerara Amerîka protesto kirin. Di xwepêşan ku hat lidarxistin de hat destnîşankirin, qerara ku hatiye dayîn ew ê li ser bi hezaran penaberên ku pîrekên astengdar û zarok jî hene tesîreke neyînî bike.

Wezareta Karên Derve yê Amerîka di daxuyanîya ku belav kiribû de destnîşan kiribû ku Amerîka qerar daye ku wan alîkarîyên malî yên ku ji UNRWAyê re dike bide rawestandin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir