• DOLAR 34.608
  • EURO 36.707
  • ALTIN 2901.55
  • ...
Serokê Giştî yê HUDA PARê Yavuz derbarê "efû"yê de daxuyanî da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz  li Rihayê bi çapemenîya mehelî û navneteweyî yên ku li Rihayê wezîfe dikin re hat bal hev û derbarê mijarên di rojevê de nirxandinan kir. Her wisa Yavuz, nêrîna partîya xwe ya derberê efûyê de di civînê de parve kir

Yavuz di  destpêka daxuyanîya ku da de gotinên derbarê efûyê yên Serokê Giştî yê MHPê  Devlet Bahçelî "Li welat ji efûyekê re pêdivî heye, ji ber wê yekê divê efû bê derxistin' di bîran xist.

"Ger dewlet efûyekê derîne, wê demê xwedî selahîyet e ku wan sûcên ku li hember wî hatine kirin efû bike"

Yavuz di berdewama daxuyanîya xwe de nirxandin û nêrînên xwe yên derbarê efûyê de wisa îzah kir: " Lênerîna me bi prensîb a li hember efûyê ev e: Ger dewlet efûyekê derîne, wê demê xwedî selahîyet e ku wan sûcên ku li hember wî hatine kirin efû bike. Selahîyeta efûkirina sûcekî ya ku kesekî li kesekî din kiribe ne aîdî dewletê ye; aîdî însanên ku hatine mexdûrkirin e û divê di vî warî de ew malbat û kesê mexdûr an jî sazî bê rayekirin.Helwest û lênêrîna me ya meselê ev e. Ger dewlet mexdûrîyeta wan kesan tanzîm bike an jî diyeta wan  bide dayîn û ger ev teamulên bî  vî awayî yên ku di çarçoveya hiqûqa bawerî û orfî de hene tetbîq bike, wê demê dibe ku ew efû wîjdanan birîndar neke. Lewra ger însanek gelekî zêde hatibe mexdûrkirin û xwîndarîyên wî kesî hêj hebe ku li herêma dema ku kesê qatil ê ku naskirîyê kesekî kuştiye bê berdan, wê demê ew kesê ku naskirîyê kesê kuştî ye dê ev yek jê re pir giran bê û Xweda muhafeze bike ew ê teşebûs bike ku li gor rê û rêbazên xwe yên cezakirinê  wî kesê qatil bi ceza bike. Wê demê jî tu feydaya wê efûyê namîne."

 "Bo wan kesên ku mexdûrê daraza FETO û 28ê Sibatê ne divê muheqqeq verastkirinek bê kirin"

Yavuz di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser wan kesên xwedî nasnameya Îslamî yên ku ji teref daraza FETO û 28ê Sibatê ve hatine mexdûrkirin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: "Dewlet ketibû halekê wisa ku ji teref rêxistinên terorê ve dihat îdarekirin. Him FETO, him Ergenekon, him zihniyeta 28ê Sibatê û him jî zihniyetên darbeker di îdareya dewletê de bûbûn xwedîyê gotinê. Di encama van operasyonên ku li dijî van rêxistinan hatin kirin de hakim û dozger hatin girtin. Li gor tespîtên me,  ji sê paran parekî dozger û hakiman bi hinceta ku endamê FETO ne hatine darizandin û hatine avêtin hepsê. Li vê derê rewşeke ciddî ya ciwakî heye. Gelo qerara van dozger û hakimên ku ji FETO hatin girtin çi qas adil in? Em vê yekê dihêlin însafa raya giştî re.Ger rewşeke wisa hebe, wê demê divê dewlet bo wan sûcên ku tên diyarkirin 'li hember dewletê hatin kirin' re rêya darizandina ji nû ve vebike û muheqqew divê bo wan kesên ku mexdûrê daraza FETO û 28ê Sibatê ne divê muheqqeq verastkirinek bê kirin. Êdî navê vê yekê nabe efû. Lewra ev însan hatine mexdûrkirin. Ji dêla wê ve divê îtîbar û heqê wan ji wan re bê îadekirin. Derbarê efûyê de fikr û nêrîna me ev e."(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir