• DOLAR 32.48
  • EURO 34.848
  • ALTIN 2440.251
  • ...
Doza Yasîn Boru ya ku tê de bersûcên fîrarî dihatin darizandin hat taloqkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Hasan Gokgoz û Rîyad Guneş di 6-7ê Cotmeha sala 2014an de ji teref PKK/HDPyîyan di êrîşa ku hatibû kirin de bi şikleke wehşîyane hatibûn şehîdkirin û doza ku hatibû vekirin berdewam dikir. Doza duyemîn a ku tê de bersûcên fîrarî dihatin darizandin û ji doza bersûcên qatil ên Yasîn û hevalên wî hatibû veqetandin  îro li Mehkemeya Cezaya Giran a Enqerê ya 2yemîn hat dîtin û parêzerên muştekî Abdulganî Orhan û Hasan Boztaş û Parêzera Wezareta Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê Serpîl  Şahîn beşdarî dozê bûn.

Serokê Mehkemê Alî Erbiyik destnîşan kir hêj ji Sazîya Pêwendî û Teknolojîyên Agahîyê  bersiva muzekkerê nehatiye dayîn û ji bersûcan Burhan Ay û Îsa Ozel jî nehatine girtin.  Heyeta mehkemê ji ber ku parêzerê bersûc Fîlîzer bêyî mazeretê nîşan bide beşdarî niştinê nebûye  û bo kêmasîyên evrakan bên tedarikkirin, derbarê girtîbûna bersûc de qerara berdewama girtîbûnê da û dozê taloqî 7ê Mijdara sala 2018an kir.

Abdulganî Orhanê ku parêzerê dozê ye di daxuyanîya ku da de destnîşan kir parêzerên bersûcan bi zanebûn beşdarî dozê nabin û hewl didin dozê dirêj bikin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir