• DOLAR 32.558
  • EURO 34.966
  • ALTIN 2458.808
  • ...
Di qezaya ku pêk hat de ji heman malbatê 4 kes jiyana xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Banaza navçeya Uşakê otomobîlek gindirî golê. Di encama qezaya ku pêk hat de ji heman malbatê 4 kes di golê de xeniqîn û jiyana xwe ji dest dan.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin malbatak xwest bi wesayîta xwe li bajaroka bi navê Kizilcasogutê biçin geştîyarîyê. Dema ku malbat bi wesayîta xwe ji kaş ve bi jor ve diçû, wesayîta we ji nişka ve parapaş hat û kete golê. Di encama qezaya ku pêk hat de ji heman malbatê 4 kes jiyana xwe ji dest dan.

Termê 4 kesên ku jiyana xwe ji dest dan hatin rakirin Mirîxaneya Nexweşxaneya Dewletê ya Banazê.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir