HUDA PAR û AK Partî îda hev pîroz kirin
Ji ber minasebeta Îda Qurbanê HUDA PAR û AK Partî navendên hev ziyaret kirin û îda hev a qurbanê pîroz kirin.
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Erdal Elîbuyuk û lijneya pê re Navenda Giştî ya AK Partîyê ziyaret kirin. Di heman seatê de ji AK Partîyê jî lijneyek Navenda Giştî ya HUDA PARê ziyaret kir.
Erdal Elîbuyukê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û lijneya pê re ji teref Alîkara Seroka Giştî ya AK Partîyê Julîde Sarieroglu ve hatin pêşîwazîkirin.
Di ziyareta îdê ya ku hat kirin de Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Erdal Elîbuyuk diyar kir bila ev îd bibe wesîleya xêran. Elîbuyuk her wisa derbarê qeyrana ku di navbera Tirkîye û Amerîkayê rû daye de diyar kir "Amerîka dewleteke îşxalker û dagirker e. Têkilîya Amerîka him bi darbeya 15ê Tîrmehê re û him jî bi qeyrana îro re jî heye."
Elîbuyuk her wisa derbarê mexdûrîyetên ku di lêpirsînên ewlehîyê de tên kirin de jî wisa nirxandinek kir: "Divê ew hişê dewletê û eqlê îstîxbaratê ya ku ji teref 28ê Sibatê û FETO ve hatiye avakirin bê rojanekirin. Exlebeyê xelkê ku di 15ê Tîrmehê de li dijî darbê rawestîya di lêpirsînên ewlehîyê de tên mexdûrkirin."
Di heman seatên ku HUDA PAR navenda AK Partîyê ziyaret kir de lijneya AK Partîyê ya ku Orhan Erdenê Parlamenterê Konyayê yê AK Partîyê jê re serokatî dikir jî Navenda Giştî yê HUDA PARê ziyaret kir. Lijne ji teref Alîkarê Serokê Karên Siyasî û Endamê Lijneya Îdareyê yê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Emîn Vural ve hat pêşîwazîkirin.(ÎLKHA)