• DOLAR 32.585
  • EURO 35.035
  • ALTIN 2457.692
  • ...
Weqfa Kerwana Umûdê qurbanên kesên ku wekalet dabûn wan serjê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sazîya alîkarîyê Weqfa Kerwana Umûdê ya ku navenda wê li Stenbolê ye xebatên xwe yên alîkarîyê bênavber didomîne. Weqf, qurbanên ku Mislimanan wekaletên xwe dabûn wan serjê kir.

Abdulbakî Yeşîlmenê Serokê Giştî yê Weqfa Kerwana Umûdê ye derbarê serjêkirina qurbanan de ji ÎLKHAyê re daxuyanî da û diyar kir di Îda Qurbanê de amela bixêrtirîn serjêkirina qurbanan e.

Yeşîlmen di berdewama axavtina xwe de Îda Qurbanê ya alema Îslamê mibarek kir û dû re derbarê mijarê de wiha axivî: " Xweda temamê qurbanên ku hatine serjêkirin qebûl bike. Weke ku ku tê zanîn piştî nimêja îdê tiştê ku ewil tê bîra mirovan serjêkirina qurbanan e. Me di vê bergehê de wek Kerwana Umûdê di serî de li Stenbolê û li wan cihên din ên ku lê wekalet ji me re hatine dayîn qurbanan serjê kir. Digel vê yekê em xizmeta serjêkirina qurbanan jî didin xelkê xwe. Xebata serjêkirinê bi kêfxweşî û mehzûnî derbas bû. Ji şevaqê ve me nêzî 200 qurbanan serjê kir. Her wisa li Wan, Riha û Êlihê jî serjêkirina qurbanan berdewam dikin. Ji bilî vê yekê li derveyî welêt ên cihên mîna Efxanistan, Asya, Afrîka, Balkan û Filistînê jî li gor teleban xebat tên kirin. Ez hêvî dikim ku ev qurbanên tên serjêkirin bibin wesîleya hatine hizûr û bextewarîyê. Nexasim ez hêvî dikim ku ev îd bibe wesîle ku xwîn,zilm û bê hizûrîya li ser erdnigarîya Îslamê bi dawî bibe."

Hat hînbûn Weqfa Kerwana Umûdê roja ewil a îdê li hêla Ewrûpayê ya Stenbolê tev de 274 dewar serjê kir.(ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir