• DOLAR 32.575
  • EURO 34.998
  • ALTIN 2458.984
  • ...
 "Pêwîst e welatên Îslamê hevkarî û wehdetên xwe saz bikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di peyama ku hat weşandin de hat diyarkirin Îda Qurbanê di serî de bo Mislimanên  Sûrîye û Yemenê û bi tevahî bo Mislimanên cîhanê bibe wesîleya xelasîya ji zext, zilm û bindestîyê.

"Ummeta Îslamê ya ku li rasta qetlîam û îşxalan hat vêcarê jî li dijî şerê aborîyê ya ku ji teref Xerbîyan ve hatiye destpêkirin li ber xwe dide"

Di peyama ku hat weşandin de hat diyarkirin ew bi şikleke mehzûn di arefeya îdekê de ne û dû re wiha hat gotin: "Ummeta Îslamê ya ku li rasta qetlîam û îşxalan hat vêcarê jî li dijî şerê aborîyê ya ku ji teref Xerbîyan ve hatiye destpêkirin li ber xwe dide. Welatên Îslamê û xelkê Misliman hewl didin li dijî êrîşa îqtîsadê ya ku ji teref xaçperest û Amerîka ve hatiye destpêkirin li ser pîyan bisekinin. Amerîka dixwaze ku wan welatên Îslamê yên ku polîtîkayeke xweser bimeşînin hilweşîne û teslîmî wî bibin. Li dijî van êrîşan di serî de Îran, Tirkîye û Pakistan  û welatên din ên Îslamê  divê hêzên xwe bikin yek û li dijî van êrîşan li ber xwe bidin. Di van rojên ku çend rojên jimartî ji îdê re mane de, em ji Xweda daxwaz dikin ku li dijî Amerîka di hevkarî û wehdeta Mislimanan tesîs bike."

 "Em temennî dikin ku ev îd bibe wesîleya vebûna derîyê rizgarbûnê ya Mislimanan"

Di berdewama peyama ku hat weşandin de hat diyarkirin em temennî dikin ku ev îd bibe wesîleya vebûna derîyê rizgarbûnê ya Mislimanan û dû re wiha hat gotin: " Em ji Xweda niyaz dikin ku ew qurbanên me yên ku em di vê Îda Qurbanê de bi dilekî paqij û tahir serjê dikin ji me qebûl bike. Ji ber vê minasebetê  em Îda Qurbanê ya malbata wan egîd û mêrxasên ku di oxira Îslamê de canê xwe feda kirine,  ên ku hatine avêtin zindanan û muhaciran pîroz dikin. Îda Qurbanê di serî de bo Mislimanên  Sûrîye û Yemenê û bi tevahî bo Mislimanên cîhanê bibe wesîleya xelasîya ji zext, zilm û bindestîyê."(ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir