Siyonîstan 4 masîvanên Filistînî desteser kirin
Siyonîstên terorîst ên ku peymana agirbestê bênavber îhlal dikin doh 4 masîvanên Xazzeyî desteser kirin.
Hat ragihandin siyonîstên terorîst ên ku peymana agirbestê bênavber îhlal dikin doh 4 masîvanên Xazzeyî desteser kirin.
Serokê Sendîqaya Masîvanên Xazzeyî Nîzar Ayyaş di daxuyanîya ku da Navenda Enformasyonê ya Filistînê destnîşan kir siyonîstên terorîs berik di ser masîvanên Xazzeyî de reşandine.
Ayyaş di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir masîvanên ku êrîş li wan hatiye kirin hatine desteserkirin û hatine birin Bendera Aşdodê.
Ayyaş diyar kirin kesên ku hatine desteserkirin kesên bi navê Muhammed Ahmed Zayed û 3 kurên wî yên bi navê Tamîr, Tevfîq Saîd Es-Sultan û Rafet Muhammed Es-Sultan e.(ÎLKHA)