• DOLAR 32.579
  • EURO 35.01
  • ALTIN 2460.243
  • ...
 "Em qurbanên xwe bi hêvîyê re parve bikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber minasebeta Îda Qurbanê ya ku jê re çend rojên jimartî maye, Serokê Kerwana Umûdê yê Diyarbekirê Şahîn Elelçî daxuyanîyek belav kir. Elelçî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir îbadeta qurbanê digel Hz. Adem dest pê kiriye û bi Hz. Îbrahîm re berdewam kiriye.

Elelçî di nirxandina ku kir de destnîşan kir cihê serjêkirina qurbanê di Îslamê de îbadeteke muhîm e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Lênerîna me Mislimanan ya li vê îbadetê muhîm e. A muhîmtir jî qurban dibe wesîle ku di nav civakê de piştevanî û xwedîlihevderketin zêde bibe. Em Misliman divê ehemîyet û têkarê bidin vê îbadetê. Ger pêwîst be em di çarçoveya gotina "Qurban teslîmîyet e û parvekirin jî xweş e' de biaxivin, em dikarin bibêjin ku, piştî ku Xweda Hazretî Îbrahîm bi Hazretî Îsmaîl îmtîhan kir di berambera teslîmbûna Hazretî Îbrahîm de beranekî dide Hz. Îbrahîm. Misliman jî her sal vî beranî ango qurbanî serjê dikin. Serjêkirina qurbanan him nîşansana teslîmîyet û girêdayîbûnê ye û him jî dibe wesîle kesên ku nikarin gişt bixwin salê carekê be jî goşt bikeve mala wan."

 "Armanca me ew e ku em ji bi hezaran kesên mezlûm re bibin alîkar"

Elelçî di dawîya axavtina xwe de diyar kir ew ê îsal jî wê xizmeta ku ew wek komele dikin bidomînin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Bo xebatên Îda Qurbanê çi xebat lazim bû me temamê hazirîyên xwe bo wê yekê kir. Bi vê mebestê me xebatên xwe daye destpêkirin. Armanca me ew e ku em ji bi hezaran kesên mezlûm re bibin alîkar. Her wisa em xebatan bo kesên xêrxwaz ên ku dixwazin wekaleta xwe bidin me jî didomînin.Kesên xêrxwaz rasterast dikarin bi me re têkevin têkilîyê û wekaletên xwe bidin me. Nimreyên me li ser malpera me heye. Em ji kesên xêrxwaz teleb dikin ku bila qurbanên xwe bi hêvîyê re parve bikin da ku em karibin ji  kesên mexdûr û mezlûm re bibin alîkar."(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir