NASA bo keşfa tavê stalayt firand fezayê
NASA bo lêkolînên ku dê li atmosfera tavê bên kirin stalayteke bi navê Parker Solar Probe firand fezayê.
Di daxuyanîya ku ji teref Ajansa Feza û Asimanîyê ya Amerîka ve hat dayîn de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, bo lêkolînên ku dê li atmosfera tavê bên kirin stalayteke bi navê Parker Solar Probe hat firandin fezayê. Li gor daxuyanîyê stalayt di seat 00.33an de ji baregaha fezayê ya Cape Canaveralê hatiye firandin.(ÎLKHA)