• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Yemen ji Teşkîlata Hevkarîya Îslamê re bertek nîşan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Muhammed Alî el-Husîyê ku Serokê Konseya Bilind a Şoreşa Yemenê ye derbarê wan êrîşên ku ji teref hêzên koalîsyonê ya ku Siûd ji wan re pêşîvantîyê dike ve li Yemenê tên kirin de daxuyanîyek belav kir. El-Husî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir Teşkîlata Hevkarîya Îslamê û Yekîtîya Ereban li dijî êrîşên ku li Yemenê tên kirin bêdeng dimînin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Berpirsiyarê ewil ên qetlîamên li Yemenê Amerîka û Îngiltereyê ku çekan difiroşin Siûd in. Teşkîlata Hevkarîya Îslamê û Yekîtîya Ereban jî li dijî van êrîşan bêdeng dimînin ku ev yek jî nîşan dide ku ew jî hevkarê van  êrîşan in."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir