Nêzî 700 ton findiq zirar dît
Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekîr Pakdemîrlî destnîşan kir di bobelata lehîyê ya li Orduyê de nêzî 700 ton findiq zirar dît.
Bekîr Pakdemîrlîyê Wezîrê Çandinî û Daristanê derbarê lehîya li Orduyê de daxuyanî da. Wezîr Pakdemîrlî di daxuyanîya ku da de destnîşan wanan bi nêzî 950 cotkaran re hevdîtin kirine û li gor tespîtên ewil di lehîyê de nêzî 600-700 ton findiq zirar dîtiye.
Wezîr Pakdemîrlî di berdewama axavtina xwe de diyar kir bo zirar bê telafîkirin ew ê gavên pêwîst bavêjin.(ÎLKHA)