Frêna TIRê teqîya: Mirîyek 4 birîndar
TIRa ku li Rihayê frêna wê teqîya bû sedemafacîayê, di encama qezaya ku pêk hat dekesek jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.
Li Eyyubîyeya Rihayê TIRa ku frêna wê teqîya 4 wesayîtan da ber xwe. Di encama qezaya ku pêk hat de kesek jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.
Qeza li nêzî Nexweşxaneya Dewletê ya Gola Bi Masî pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin TIRa bi palqeya 33 NTN 35 a ku frêna wê teqîya ji kontrolê derket û 4 wesayîtên ku ji şerîda hember dihatin da bin xwe.
Di encama qezaya ku pêk hat de kesên bi navê Mehmet H. T., Abdullah S., Muslum D, Sabrî Y. û kesekî ku navê wî nehat hînbûn birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê. Kesê bi navê Sabrî Y. digel temamê midaxeleyan jiyana xwe ji dest da.(ÎLKHA)