• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Xanima muhacirê ku mexdûrê FETO bû wefat kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin Gulcan Abayliya xanima Seyîtxan Abayliyê ku mexdûrê daraza FETO û 28ê Sibatê bû û piştî ku jê re ceza hat dayîn re hicretî Ewrûpayê kir li Bîngolê wefat kir. Hat hînbûn Abayli li nexweşxaneya ku lê hat rakirin digel temamê midaxeleyan jiyana xwe ji dest da.

Naaşa Abayli ji malbata wê re hat teslîmkirin û li Goristana Taxa Mîrzanê hat definkirin.

Seyîtxan Abayli bi wasitaya malbata xwe daxuyanîyek belav kir û destnîşan kir ew ji ber ku nikare beşdarî merasîma definkirina xanima xwe bibe xemgîn e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ev bi salan ku ez li derveyî welêt wek muhacir jiyana xwe didomînim. Ji ber ku ez muhacir im, ez beşdarî cinazeya xanima xwe jî nebûm. Ez dixwazim ev mexdûrîyeta min demildest bê çareserkirin. Qet nebe ez dixwazin qebra wê ziyaret bikim. Me hewl da bi rayedaran bikevin têkilîyê da ku em bipirsin ka li ber hatina min a welêt astengîyek heye yan na; lê belê agahî û netîceyeke baş neket destê me."(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir