Li Calîfornîayê ji ber agir zêdetirî hezar mal şewitîn
Ji ber agirê ku heftîya borî li Calîfornîya parêzgeha Amerîka dest pê kir8 kes mirin û zêdetirî hezar mal jî şewitîn.
Hat ragihandin ji ber agirê ku heftîya borî li Calîfornîya parêzgeha Amerîka dest pê kir 8 kes mirin û zêdetirî hezar mal jî şewitîn û heta niha nêzî 20 kes ji herêma ku lê şewat derketiye hatine tahlîyekirin.
Agirê ku belavî 17 herêman bûye ev nêzî heftîyekê ye ku nikare bê tefandin. 12 hezar îtfaîyevan beşdarî xebatên tefandina şewatê bûn û niha jî xebatên tefandinê berdewam in.(ÎLKHA)