Li Efxanistanê di ser mektebên FETO de hat girtin
Polêsên Efxanistanê di ser mekteba FETO ya li welêt de girt û 4 mamosteyan binçav kir.
Hat diyarkirin polêsên Efxanistanê li Cevîzcana parêzgeha Efxanistanê di ser mektebeke ku tê diyarkirin a FETO ye de girtin. Di encama serdegirtinê de 4 mamosteyên ku di mektebê de wezîfedar bûn hatin girtin.
Mowlewî Lutfullahê Walîyê Cevîzcanê di daxuyanîya nivîskî ya ku belav kir de destnîşan kir di çarçoveya peymana ku bi Tirkîyê re hat îmzekirin de 4 mamosteyên ku di mektebê de wezîfedar bûn hatin binçavkirin û di şûna wan de wezîfedarên nû hatine şandin û ew ê îdareya mektebê ji Tirkîyê re bê dewirkirin.(ÎLKHA)