• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.98
  • ...
Keşeyê ku sîxûrtîyê dike tê berdan Misliman hêj di girtîgehê de tên girtin ku ev nakokî ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Deqa daxuyanîya çapemenîyê ji teref Sekreterê Giştî yê Mazlûm-Derê Parêzwe Kaya Kartal ve hat xwendin. Kartal di daxuyanîya ku xwend de qala zilm û neheqîyên ku di pêvajoya darbeya 28ê Sibatê de hatin kirin kir û diyar kir kesên ku ji teref daraza 28ê Sibatê ve hatine mexdûrkirin efûyê teleb nakin, bes dixwazin ku ji nû ve bê darizandin.

 "Li welatekî ku lê keşeyê ku sîxûrtîyê dike tê berdan Misliman hêj di girtîgehê de ne ku ev nakokî ye"

Alîkarê Serokê Şubeya Stenbolê yê Cemîyeta Mustezafan Mela Cemal Çinar jî di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir derbarê 28ê Sibatê de êdî ew hatine dawîya pêvajoya hûqiqî û gotinan. Çinar dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Li vî welatî bo  tesîsa edaletê 28ê Sibatê pir muhîm e. Ger hêj ew însanên ku mexdûrên 28ê Sibatê ne di girtîgehan de bin, ev tê maneya ku di têgihiştina me ya edaletê de problem heye. Li vî welatî keşeyê ku hat tespîtkirin sîxûrtîyê dike tê berdan û herî kêm 20 sal in ku Misliman hêj di girtîgehê de ne  û rûyê derve nedîne ku ev nakokî ye."(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir