• DOLAR 32.474
  • EURO 34.899
  • ALTIN 2419.736
  • ...
Li Hewlêrê di êrîşa ku li avahîya walîtîyê hat kirin de 4 kes mirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin 2 jê zarok tev de 3 kesên êrîşkar bi çekan êrîş birin li ser avahîya walîtîyê. Di encama pevçûna ku derket de 3 êrîşkar hatin kuîtin û ji 2 xebatkarên walîtîyê yên ku rehîn hatibûn girtin xebatkarek di pevçûnê jiyana xwe ji dest da û yê din jî hat rizgarkirin.

Li gor agahîyên ku hatine belavkirin di pevçûnê de 2 polês jî birîndar bûn.

Navên kesên êrîşkar hatin daxuyandin. Li gor daxuyanîyên ku hatine belavkirin  navên kesên êrîşkar wisa ye: Rehêl Muhammed Rustem Musa (16), Bîlal Silêman Abdurrahman Ahmed (18), Abdurrahman Rahîm Kadir Huseyîn (16).  Hat diyarkirin her sê kesên êrîşkar li ser nifûsa Hewlêrê qeydkirîne.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin  karkerê walîtîyê yê ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest daye kesê bi navê Ferhan Aliya Braimokayê li ser nifûsa Şaklawaya Hewlêrê qeydkiriye.

Derbarê mijarê de ji teref Walîyê Hewlêrê  Newzad Hadî ve daxuyanîk hat dayîn. Walî Newzed destnîşan kir berî niha jî avahî bûbû hedefa êrîşan.(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir