• DOLAR 32.455
  • EURO 34.749
  • ALTIN 2439.89
  • ...
Hamas: 'Pêşnûmaya Dewleta Neteweyî ya Yahûdîyan' nîjadperestîya rejîma îşxalker meşrû dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Doh "Pêşnûmeya Yasaya Dewlete Neteweyî ya Yahûdî" ji teref meclîsa qaşo ya rejîma îşxalker a siyonîstan ve bi 62 dengan hat qebûlkirin û ji meclîsa qaşo derbas bû.

 Piştî dengdayînê parlementerên Filistînî nusxeyeke pêşnûmayê qetandin û pêşnûmeya ku hat qebûlkirin protesto kirin. Parlementerên Filistînî bi zorê hatin derxistin derve. Siyonîst jî bi girtina sûreta pêşnûmeya ku derbas bûye pîroz kirin.

Ji teref Hareketa Berxwedana Îslamî ve derbarê pêşnûmeya ku ji teref meclîsa qaşo ya terorîstên siyonîst ve hat qebûlkirin de daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de Berdevkê Hamasê Fevzî Berhûm ve hat destnîşankirin "Pêşnûmaya Dewleta Neteweyî ya Yahûdîyan nîjadperestîya rejîma îşxalker meşrû dike. Lê belê ev qerar û yasa û yên ku dê bên dayîn dê rastîya ku heye neguherîne û ew ê xelkê Filistînê wek xwesîyên rastî yên axên Filistînê bimîne."(ÎLKHA) 

Bu haberler de ilginizi çekebilir