• DOLAR 32.428
  • EURO 34.811
  • ALTIN 2443.651
  • ...
Di operasyona li dijî Adnan Oktar û ekîba wî de hejmara binçavîyê derket 187an
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li dijî Adnan Oktarê ku derdiket televîzyonan û li nirxên dînî henekê xwe dikir di 11dê Tîrmehê de li dijî wî û ekîba operasyon hatibû lidarxistin.

Di heqê Adnan Oktarê di mala xwe ya li Çengelkoy de hat binçavkirin de ji ber sûcên wek "Bi armanca sûc rêxistin avakirin", "îstismarkirina zarokan", "destdirêjî", "destdirêjî ya li hemberî kesên ne aqlî balix", "revandina zarokan" û "bi darê zorê girtin, destdirêjî, şantaj, mirov ji azadiyê bêpar hiştin, sîxûriya eskerî û siyasî", "bi bawerî û hêstan xapandin û gelekên din" biryara binçavkirinê hat dayîn.

Li gor agahîyên hatin wergirtin di çarçoveya operasyona li dijî Oktar û ekîba wî de kesekî rêvebirê fîrmaya tekstîlan M.A.U ji hat binçavkirin.

Bi vî awayî di operasyona li dijî Oktar û ekîba wî de hejmara kesên hatin binçavkirin derket 187 kesan. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir