• DOLAR 32.455
  • EURO 34.749
  • ALTIN 2439.89
  • ...
"Xebera PKK/YPG ji Menbicê derdikeve ne rast e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezareta Karûbarên Derve îfade kir ku xeberên YPG bi temamî ji Menbicê derketîye ne xeberek rast e. Hat îfadekirin ku dewrîyen bi Emerîkan re tê avêtin dê dewam bike.

 Li gor nûçeyên di Reûtersê de hat weşandin hatibû îfadekirin ku YPG bi temamî ji Menbicê derketîye. Ev nûçe ne nûçeyek ne rast e.  

Çavkaniyên Wezareta Karên Derva eşkere kirin ku di nûçeyên YPG/PKK bi temamî ji Minbicê vekişiya da mibalexe heye.

Çavkaniyên ku nûçeyên der heqê mijarê da nirxandin, diyar kirin ku di nûçeyên navborî da mibalexe heye û herwiha bal kişandin ku di vê mijarê da pêvajo dewam dike.

Çavkaniyan diyar kir ku vekişîna ji noqteyên kontrolê yên li ser guzergeha dewriyeyê dewam dike û wiha destnîşan kirin, "Amadekariyên dewriyeya hevbeş didomin. Ji ber vê qasê jî nûçeyên YPG/PKK bi temamî ji Minbicê vekişiya, ne rast e." (ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir