Yûsifê biçûk mirî hat dîtin
Yekîneyên ku doh du birayên ku li Farqînê winda bûbûn di qanala avdanê de digerîyan termê Yûsif Yilmazê ku berî vê 10 rojan winda bûbû dîtin.
Doh du birayên bi navê Semîh û Ferîd Kizilçîçek li Farqîna Diyarbekirê ketin qanala avdanê û winda bûn. Piştî ku bi bûyerê hat hisîn re yekîneyên lêgerîn û rizgarkirinê di qanala avê de lêgerînan kirin. Di encama lêgerînan de termê Yûsif Yilmazê ku berî vê 10 rojan winda bûbû dîtin.
Termê Yilmaz bo otopsîyê hat birin mirîxanê.(ÎLKHA)