• DOLAR 32.458
  • EURO 34.805
  • ALTIN 2439.902
  • ...
"FETO herî zêde Cemaata Hîzbûllah hedef girt"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mela Cemal Çinarê ku ji ber minasebeta salvegera teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir destnîşan kir FETO camiayên Îslamî ji xwe re kiribû hedef.

"FETO herî zêde Cemaata Hîzbûllah hedef girt"

Mela Cemal di berdewama nirxandina ku derbarê mijarê kir de destnîşan kir ger helwesta camîayên Îslamî tunebana ew ê teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê bi ser ketibana û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Di serî de Cemaata Hîzbullah û bi giştî camîayên din ên Îslamî bi destê vê rêxistina bi navê FETO gelek bedelên giran dan. Heta 15ê TÎrmehê tu kesî guh nedida van gotinan û ev yek nedihat dîtin. Piştî teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê xelk got ku 'wisa xuya ye ku ev rast e' û xwe berdan kolanan. FETO herî zêde Cemaata Hîzbûllah hedef girt. Lewra herî zêde kesê ku bilêvdikir PKK û FETO ji teref Amerîka û îsraîl ve tê destekkirin Cemaata Hîzbullah bû. Cemaata Hîzbullah ji ber ku dikaribû li hember FETO li ber xwe bide, FETO di ser wan de diçû. FETO her wisa bi ser camîayên din ên Îslamî de jî diçû. Bi kurtasî kî li dijberê Amerîka û îsraîl bana û kî xwestibana dîn û bawerîya Îslamê di anv xelkê de hakim bike ew dijberên wan û bo wan ji holê rabikin çi ji destên wan dihat dikirin."

Mela Çinar di dawîya axavtina xwe bang li îqtîdarê kir da ku FETO û camîayên Îslamî wek hev nehesinîbe.(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir