Li Diyarbekirê bav û kur hatin înfazkirin
Bav û kurê ku bi karê heywandarîyê mijûl dibûn li Licêya Diyarbekirê hatin înfazkirin. Ji nîşeya ku hatibû danîn li ser maqtulan hat hînbûn ku cinayet ji teref PKKê ve hatiye kirin.
Bav û kurê ku li Farqînê dijîn û bo debara xwe li gundikê Leyhosora gundê Yalimliya Licê bi karê heywandarîyê mijûl dibûn ji teref PKKê ve hatin kuştin.
Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin bav û kurê ku li Farqînê dijîn û bo debara xwe li gundikê Leyhosora gundê Yalimliya Licê bi karê heywandarîyê mijûl dibûn ji teref PKKê ve hatin kuştin.
Hat hînbûn navê bav û kurê ku ji teref PKKê ve hatin qetilkirin Remzî Guler û Mahmud Guler e.(ÎLKHA)