Zarokê ku li Sêrtê winda bû hat dîtin
Salîh Oralê ku li Perwarîya navçeya Sêrtê bi bavê xwe re çûbû pez biçêrîne û winda bûbû hat dîtin.
Salîh Oralê 15 salî yê ku li gundê Guleçlera girêdayê Perwarîya Sêrtê bi bavê xwe re çûbû pez biçêrîne û winda bûbû piştî xebatên lêgerînê hat dîtin.
Salîh 4 roj berê bi bavê xwe re li kêleka çem dema pez diçêrand winda bûbû. Ji bo dîtina Salîh xizmên wî û gelê gund tev bûbûn seferber.
Oral, li kêleka Çemê Botanê winda bûbû. Piştî xeber hat dayîn ekîbên cendirmeyan, UMKE, AFAD û tîmên tendirustîyê yê 112 acîlê sewqî cîyê bûyerê hatin kirin. Piştî xebatên lêgerînê yên 4 rojan do Salîh Oral saet 18.00an de li jorî gund sax hat dîtîn û malbata wî kêfxweş bûn. (ÎLKHA)