• DOLAR 32.446
  • EURO 34.771
  • ALTIN 2441.168
  • ...
Sûsa dê her tim can bide Mislimanan û dê wanan li ser pîyan bigire
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

PKKyê ku xwediyê dîrokeke bi zilm, zordarî û qetlîaman hatiye dagirtine  di 26ê Hezîrana sala 1992an de li gundê Sûsaya Diyarbekirê 10 gundiyên ku di mizgeftê de nimêj dikirin dan ber guleyan û wan şehîd kir.

PKKyê ku ji doh heta îro zilmê li xelkê Kurd dike  û êş û elemên mezin bi xelkê Kurd dide kişandin  û bi baweriya xelkê Kurd re şer dike; di 26ê Hezîrana sala 1992an de di ser mizgefta gundê Sûsaya Farqînê de girt û 15 Mislimanên ku di mizgeftê de nimêj dikirin dan ber guleyan. Ev êrîşa ku tê de 10 kes şehîd bûn di dîroka Kurdistanê de  berî niha neqewimî bû. Di heyamên ewil ên Komarê de  mizgeftan kiribûn axûr, Qur'ana Kerîm hatibû qedexekirin û li hember baweriya xelkê şer hatibû vekirin. Lê di 26ê Hezîrana sala 1992an de li Kurdistanê ji teref di ser mizgeftê de hatibû girtin  û bi şikleke girseyî qetlîam hatibû kirin.

Di qetlîama ku hat kirin de  4 birayên bi navê Zekî, Medenî, Mehmet Mekkî û M. Saîd Fîdanci hatibûn qetilkirin. Digel ku 26 sal ji ser qetlîamê derbas bûbe jî dê û bavê van birayan êş û elamên zarokên xwe jibîr nakin.

Mela Muhammed Varolê li herêmê bi navê Mela Mizgîn tê nasîn derbarê vê qetlîama ku ji teref PKKyîyên hov ve hatiye kirin de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir û balan kişandin li ser zilm û zordarîya ku ji teref PKKê ve li Mislimanan hatine kirin.

Mela Muhammed bi ayeta " Ji wan kesên ku di rêya Xweda de hatine kuştin re nebêjin mirî, ew sax in lê hûn bi vê nizanin" dest bi axavtina xwe kir û destnîşan kir Qetlîama Sûsayê di serî de bo herêma Kurdistanê û bi giştî jî bo ummeta Îslamê musîbeteke mezin bû.

"Ev cinayeteke mezin e"

Varol di berdewama axavtina xwe de diyar kir li Sûsayê 10 Misliman bêsûc û belasebeb hatin qetilkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Li Sûsayê qetlîam û cinayeteke bêsûc û belasebeb hat kirin. Li ser wan kesên ku li Sûsayê hatin qetilkirin qet çek tunebû. Ew li mizgeftê îbadet dikirin û sohbetên Îslamî di nav xwe de dikirin. Rêxistine murted di ser camîyê de girt û bêsûc û belasebeb Mislimanan şehîd kir. Ji ber vê yekê ev yek qetlîameke mezin e. Her Mislimanekî/ê ku di qelbê wî/ê de îman hebe li ber vê bûyerê ketiye û bo wan Mislimanên ku şehîd bûne mehzûn bûye."

 "Ji xizmetên Îslamî re dibûn asteng"

Varol di berdewama axavtina xwe de diyar kir berîya qetlîama Sûsayê li herêmê gelek tiştên nebaş diqewimîn û dû re wiha got: " Lewra ev rêxistina xaîn qismî be jî li herêmê kontrolê xistibû destê xwe. Ji ber vê hakimîyetê nedihişt ku li herêmê fealîyetên Îslamî li herêmê bên kirin. Mislimanan tehdîd dikirin û ji xizmetên Îslamî re dibûn asteng. Dîsa ji xwe pê ve li herêmê tu kesî qebûl nedikirin. Xwedîyê zîhnîyeta Stalîn bûn û hebûna Îslamê û fikrên din ên li herêmê qebûl nedikirin. Ji ber vê yekê li hember muxalifên xwe zordestî û şiddetê tetbîq dikirin. Nexasim zêdetir li ser Mislimanan de dihatin."

 "Divê li vî memleketî Îslam bê axavtin"

Varol diyar kir digel zextên ku dihatin kirin û gefên ku dihatin xwarin Misliman jî xebatên xwe yên Îslamî birêve dibirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Mislimanên herêmê dixwastin micadeleya xwe ya Îslamî birêve bibin. Ji ber vê yekê guh nedidan gefxwarinên wan. Lewra ev memleket 1400 sal e ku memleketa Îslamê ye. Ji ber vê  yekê divê li vî memleketî divê Îslam bê axavtin. Sedema êş û elemên ku li erdnigarîya Îslamê dihatin kişandin li ber girtina hakimbûna Îslamê bû. Îslam ji hakimîyetê ketiye.. Însanê herêmê bawer kiribû ku ew ê Misliman bi Îslamê bigihijin heq û hiqûqên xwe. Ji ber vê yekê Mislimanên herêmê bo hakimîyeta Îslamê dixebitîn. Dixwastin Mislimanan hişyar bikin,  hewl didan berê wan bidin Îslamê. Misliman bawer dikirin li rêya xelasîyê û dermanê temamê derdan di vê rêyê de ye. Ji ber vê yekê xebatên Îslamî dikirin. Ew rêxistina murted a ku xwedîyê zîhnîyeta Stalîn bû, van xebat û xizmetên Îslamî yên ku dihatin kirin qebûl nekir û zextan li Mislimanan dikir. Misliman terka vê micadelê nekirin û xizmetên xwe domandin. Ew xaînên ku xebatên Îslamî li xweşa wan nediçûn di mizgeftê de Mislimanan qetil kirin."

 "Fealîyetên Îslamî zaliman aciz kirine"

Varol di berdewama axavtina xwe diyar kir ew Mislimanên li Sûsayê bi saxiya xebatên xalis gihaştina meqama şehîdîyê û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: " Sûsa bi taybet hat hedefgirtin. Ew Mislimanên li Sûsayê bi şikleke bi îxlas micadeleya xwe didomandin û di doza Îslamê de samîmî bûn. Fealîyetên Îslamî yên Mislimanên li Sûsayê elbet zamilan aciz kiribûn. Ji ber vê yekê hatin hedefgirtin. Dibe ku wan bê muhafeze û kesên ku zû bên kuştin dîtibin. Ev îxtîmal jî heye. Dibe ku li derdora wan Mislimanan gelek xaîn hebûn. Bi şiklekî wanan xafil dîtin. Li gor qenaata min sedema hedefgirtina Mislimanên li Sûsayê xebata wan a samîmî û bi îzlas bû. Ev xebatên wan ên bi îxlas ji wan re meqama şehadetê kirin nesîb."

 "Nehiştin ku xebera qetlîama Sûsayê li derdorê belav bibe"

Varol di berdewama axavtina xwe de diyar kir piştî vê qetlîama mezin Misliman tev mehzûn bûn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Hinek Misliman xwestin ku destê alîkarîyê dirêjî wan bikin, hinek ji wan jî dirêj kirin. Lê belê alîkarîyeke ciddî nehat kirin. Mislimanên ku xizmetên Îslamî dikirin ji ber ku di destên wan  hêza çapemenîyê tunebû bi şikleke kamil û baş nikaribûn derdê xwe ji derdorê re bêjin û ji ber vê yekê dengê wan ji teref însanan ve nehat bihîstin. Gelek însan ji vê bûyerê bêxeber man. Çapemenî û weşana murtedên xaîn bihêz û qewettir bû. Çapemenîya emperyalîzmê di bin emrê wan de bûn. Bi vî awayî asteng kirin ku qetlîama Sûsayê  li derdorê bê belavkirin. Dîsa bi vî awayî mexdûrîyeteke mezin pêk hat. Lê belê xwedîtê Mislimanan Xweda ye. Ew bi vê qetlîamê hewl dan çavê Mislimanan bitirsîne; lê belê ew qetlîam bi teqdîra Xweda vegerîya aleyha wan."

Varol di dawîya axavtina xwe de diyar kir ger ev xaîn dîrokê xwendibana van qetlîam û cinayetan nedikirin, ew kesên ku li ser maddê hisabê dikirin  her tim winda dikin û dû re weha bang li Mislimanan kir: " Divê Misliman her tim hişyar bin û micadeleya xwe bidomînin."(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir