"HUDA PAR bo tesîskirina îqlîma biratîyê tiştê ku ji destê wî tê dike"
Vedat TurgutêNamzedê Parlementerîya Serbixwe yê HUDA PARê yê Edenê destnîşan kir "HUDA PAR bo tesîskirina îqlîma biratîyê tiştê ku ji destê wî tê dike."
Namzedê Parlementerîyê yê Serbixwe yê Edenê yê HUDA PARê Vedat Turgut di axavtina xwe ya ku di bergeha xebatên hilbijartinê li Edenê kir de destnîşan kir "HUDA PAR bo tesîskirina îqlîma biratîyê tiştê ku ji destê wî tê dike" û got: " Ka lê binêrin ev partî ketine rewşeke çi qas xirab û nebaş. Millet şaş maye, nizane çi bike. Her yek ji wan alîyekî nîşan didin. Baş e, gelo ya rast çi ye? Elbest a rast HUDA PAR e. Lewra pîvana bernameya partîya me Îslam û Qur'an e. Ji ber wê yekê bernameya me û manewîyat û nirxên gel li hev dikin."(ÎLKHA)