• DOLAR 32.452
  • EURO 34.742
  • ALTIN 2436.38
  • ...
Mela Muhammed Seîd Varol bi selewat û tekbîran hat definkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mela Muhammed Seîd Varolê ku jiyana xwe ji Îslamê re feda kir, bi salan di zindanan de ma û ev 7 sal bûn ku li muhacaratê dijîya doh di qezaya trafîkê de çû rehma Xweda îro ji teref hezkirî û naskirîyên xwe ve hat definkirin.

Cenazeya Varol, piştî otopsîya ku li Wanê hat kirin re hat anîn Êlihê. Piştî nimêja cinazê ya ku li Mizgefta Hamîdîyan hat edakirin re li Goristana Asrî hat definkirin.

Mela Beşîr Şîmşekê ku Arîkarê Serokê Giştî yê Îttîhadul Ulema ye di dema definkirinê de li ser jiyan û fedakarîya Varol axavtinek kir û destnîşan kir Mela Muhammed Seîd Varol hayata xwe kiribû bin xizmeta Îslamê, alimekî bi ilmê xwe amil bû.

Malbat Varol tazîyeyan li Mala Şînê ya BATSO ya li Taxa Çandê ya navendê qebûl dike.(ÎLKHA)









































Bu haberler de ilginizi çekebilir