• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Ji Rêberê Cemaeta Hîzbûllah Edîp Gumuş ji bo Varol peyama tazîyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mela Muhammed Seîd Varolê ji pêşengên Cemaata Hîzbullah bû doh di qezaya trafîkê  ya ku pêk hat de wefat kir. Ji ber vê yekê ji teref Edîp Gumuşê Rêberê Cemaata Hîzbullah ve peyameke tazîyê hat weşandin. Gumuş di peyama xwe weşand de balan kişand li ser qedr û qiymeta Varol a di nezda Cemaata Hîzbullah û destnîşan kir M. Seîd Varol bo rakirina astengan dibû pêşeng.

Peyama ku ji teref Edîp Gumuşê Rêberê Cemaata Hîzbullah ve hatiye weşandin

Binavê Xwedayê Rehman û Rehîm

?????? ??????? ???????? ???????? ??????????

"Xwedayê wan bersîva (dia) wan da (û got:) Ez kirina kiryarekî ji we- çi mêr çi jin- qet winda nakim, (lewra) hûn ji hev in. Ew kes ên ku hîcret kirine, ji welatên xwe hatine deranîn, di rîya min de hatine êşandin, şer kirine û hatine kuştin, sond be; ez ê li gunehê wan bibihûrim û ez ê bixim beheştên wisa ku di binê wan re çem diherikin. Ev xelat ji cem Xweda ye û mukafata herî xweş her li cem Xweda ye." (Sûreyê Alî Îmran Ayet- 195)

Seydayê me yê hêja birayê me M. Saîd Varol di encama qezayeke trafîkê ya elîm de wefat kir. Wefata seyda yê me, em wek hevaldozên wî me di nava hûzn û kederê de xerq kir. Em ji bo seydayê xwe ji Xweda rehmet û mexfîretê dixwazin, û em hêvî dikin ku wê wî jî ji şehîdan bihesibîn e. En huzn û şîna xwe ji bavê wî yê muhterem, malbata wî, ronîya çavên me zarokên wî, kekên wî, birayên wî, xuşkên wî û hevaldozên wî re teqdîm dikin û em ji Xweda sebra cemîl nîyaz dikin.

Em wek biryên seydayê xwe şahidin ku seyda temamê emrê xwe ji bo doza îslamê weqf kirîye. Em ji Rebbê xwe nîyaz dikin ku wî jî ji şehîdan bihesibîn e. Ji bo Misliman îzzet û şerefê bibîne, li hember kafir û mulhîdên îro her wekî Ebûbekir, Omer, Osman, Elî û Hamza bû (razîbûna Xweda li ser teva be). Teslîmîyet, îxlasa, teqwa, cesaret û fedekarîya wî ji bo doza Îslamê û ji bo temamê Mislimana minek e.

Seydayê me alimekî sereke, mamosteyekî aşiqê ilim, di rîya heq û heqîqetê rêber, di doza cemaeta Îslamê û îteatê de jî dozvanekî mînak bû. 

Ji emrê xwe yê biçûk û pê de dest bi tedrîsa ilmên Îslamî, li heman medreseyên lê bû bi serkeftina xwe derketîye pêş, xwedî exlaqê xweş, bi terbîye û edeba xwe teqdîra Seyda û hevalên xwe girîtîye û bi vî wayî ewladekî Resûl bû.

Di demeke xwedî derketina li doza Îslamî wek gerandina kefen di hustûyê meriv de teslîmî dawê bû, piştî ceameta Hîzbûllah di nava civakê de qebûl dît, ji bo wê pêşve bibe û temamê astengên li pêşîya wê rake her tim li pîşîyê bû. Her tim di warê teslîmîyeta hûkmên Îslamî de bi qerar hereket kir û ji bo sînorên Îslamî mihafeze bike bê tawîz bû. 

Di salên di zîndanê de bi sebr û metaneta xwe ji xwe re Hz. Yûsûf (s.x.l) û Ustad Bedîuzzeman ji xwe re mînak girtî, ji bo piştgirîya birayên xwe mînakeî bi hêz bû. Li hêlekê bi bîra birayê xwe dixist ku jiyana zîndanê di rê ya Xweda de ye û li hêla din jî perwerdeya birayê xwe dida û ji bo wan bûbû muellimekî mînak. 

Di jiyana wî ya hîcretê de jî ji bo gelk karên Rebbê xwe razî bike bûye wesîle, di bin şertên herî zor de bêzar nebû, her wekî zehmet û tengasî ji wî direvyan. Di jiyana xwe ya mutewzî de her tim îmkan û derfetên xwe di cî de bikar anî û bi xesasîyeta xwe ji birayên xwe re bûye mînak.  

Em bawer dikin ku Rebbê me ji Seydayê me razî bûye û Seydayê me jî gîhaye birayê xwe yên Şehîd û bi jiyana xwe ta ebedî ya xweşikayî re bi tenê maye.

Em wek hevaldoz û birayên li du Seydayê xwe manin, lazim e em ji bo li hizûra Rebbê xwe di cennetên wî de werin cem hev divê em jî wek wî li doza wan xwedî derkevin û em bi xwe bijîn, bidin jiyandin û bi temamê hêz û quweta xwe bixebitin. Bi taybetî her birayekî me yên ji seydayê ders girtibe, bila bi ilmê ji wî girtibin bibin alimên amîl û tiştên ji wî hîn bûbûn jî ji yên din re jî bibêjin.

Emanetî Xweda bin. (ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir