• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
"Cîyê ku însan lêbe lazim e edalet hebe"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Teşkîlata HUDA PARê ya navçeya Kehtayê bi sedem meha Remezanê li navçeyê xwarina fitarîyê da. Namzedê Parlamenterîyê yê Semsûrê yê HUDA PARê Mûstafa Yetîş beşdarî xwarina fitarîyê bû û îfade kir ku lazim e li cîyê ku însan lê bijîn edalet hebe.   

Namzedê Parlamenterîyê Yetîş, di bernameya fitarîyê de axavî û wiha got, "Em wek partîyê slodana me ewe ku em dibêjin, 'Di Serî de Însan û di Serîde Edalet" berya Xwedayê Mezin însana bi afirîne ji bo têxe xizmeta wî kaînat û tiştên di nava wê de afirand. Piştî van teva însan afirand û dinya û tiştên têde xist xizmeta însan. Ji ber vê yekê em berya hertiştî dibêjin însan. Dereke însan lêbe lazim e lê edalet hebe. Divê hertişt bê xistin xizmeta însan û ev jî bi edaletê bê çêkirin. Ji ber ku me di rêveberîyê de ev kêmasî dît em ketin vê rêyê. Ji bo edalet bê tesîskirin em micadele dikin."

"Dînê me yê ku bê emê bi kîja destî xwarinê bixwe tayîn dike, di rêveberîyê de jî bê emê çawa hereket bike eşkere kirîye"

Yetîş, îfade kir ku lazim e sîyaset bi awakî rast û dirust bê kirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: "Sloganekî me yê din jî heye ew jî 'Sîyaseta Dirust, Edaleta Rat'. Niha kêmasîyeke em di sîyasetê de dibîn ya din jî ne rastîya di sîyasetê de ye. Niha çiqas derew, delewêre û rant hebe tev ketine nava sîyaset ê. Dema em ketin sîyasetê însanan ji me re gotin çima hûn ketin sîyasetê. Ev pirseke rast e. Çima rast e, lewra heta roja îro di sîyasetê de derew, dek û dolabên tê kirin dîtine ji bilî van tiştan tiştekî din nedîtine. Limin dinerîn û digotin 'çi karê Mislimanan bi vî karî heye. Dema Misliman têkeve sîyasetê ewê jî wek wan bibe.' Naxir hevahên hêja divê Misliman wisa nebe, Misliman nemecbûre bibe wek wan. Dînê me yê ku bê emê bi kîja destî xwarinê bixwe tayîn dike, di rêveberî û sîyasetê de jî bê emê çawa hereket bike eşkere kirîye. Ji bo em vê yekê bikin em ketin sîyasete." (ÎLKHA











Bu haberler de ilginizi çekebilir